• Canberra: Cihê ku çand û demokrasiyê hevdîtin e
    Jun 17 2026
    Canberra, paytexta Australya, bajarekî bi baldarî hatiye plankirin ku bi qadên vekirî, hêşinayî û avahîsaziya rêkûpêk tê nasîn. Di navenda bajêr de Parlamena Australya heye, ku sembola demokrasiya welêt e. Canberra her wiha malovaniya gelek saziyên neteweyî, mûze, galerî û zanîngehan dike û bi perwerdehiya xwe ya bilind navdar e. Bajar şêwazeke jiyanê ya bêdengtir û rêkûpêktir pêşkêş dike. Li gorî Serjimêriya 2021’an, li Herêma Paytexta Australya 51 kesên kurdîziman dijîn.
    Show More Show Less
    2 mins
  • Hobart: Navenda çand û xwezaya Tasmania ye
    Jun 10 2026
    Hobart, paytexta Tasmania ye, bajarakî bêdeng û bi xwezayê ve girêdayî ye ku li binê Çiyayê Wellingtonê cih digire. Ev bajar bi dîroka xwe ya kolonî û cihên dîrokî yên wek Salamanca Place tê nasîn, ku bi embarên kevirî yên salên 1830’an navdar e. Her çende ku Hobart ji bajarên mezin ên Australya piçûktir be jî, di salên dawî de wekî navendeke çandî û afirînerî pêş ketîye. Huner, xwarin û geştiyarî roleke girîng di pêşveçûna bajêr de dilîzin. Li gorî Serjimêriya 2021’an, li Tasmania 14 kesên kurdîziman dijîn. Hobart îro wekî bajarekî ku dîrok û xwezaya kovî di nav hev de digihîjin tê dîtin.
    Show More Show Less
    2 mins
  • Bajarê festîval, xwarin û jiyana xweş yê Australya
    Jun 3 2026
    Adelaide bajarekî xweşik û guncaw e ku bi festîvalên xwe, çanda xwarinê û şêwaza jiyana xwe ya rihet tê nasîn. Adelaide, bi tevlihevkirina mîrateya xurt a Ewropî bi cihêrengiya pirçandî ya mezinbûyî re, atmosfêreke pêşwazîkar pêşkêş dike ku ji hêla civak, afirînerî û herêmên inbîtê (wine0 yên asta cîhanî ve hatî şêwekirin pêk tîne. Ji Bazara Navendî ya Adelaide ya zindî bigire heya Barossa Valley ya nêzîk, bajar dewlemendiya çandî bi şêwaza jiyaneke aram û hevseng re dike yek.
    Show More Show Less
    3 mins
  • Bajarekî dûr, lê zindî di nav xweza û jiyana modern de
    May 27 2026
    Perth bajarekî nûjen û rojhilatî ye ku nêzîkî 2.2 mîlyon kes lê dijîn û wekî yek ji bajarên mezin ên herî dûrî cîhanê tê nasîn. Tevî vê dûrbûnê, ew jiyaneke aram û jîngeheke li derve pêşkêş dike bi rojên pir tavî. Cihên navdar ên wê Kings Park û Swan River in. Bajar pirçandî ye û ji koçberiya ji Brîtaniya, Başûrî Afrîka û Asyayê bandor girtiye, herwiha aboriya wê bi ma’den û çavkaniyan pêşketiye. Bi giştî, Perth bajarekî hevseng e ku tê de xweza û jiyana bajarî bi hev re têne dîtin.
    Show More Show Less
    3 mins
  • Bajarê ku tîrêjarojê, çand û şêwaza jiyanê li hev dicivin
    May 20 2026
    Brisbane bajarekî zindî û bi şêwaza jiyana xwe ya rihet, avhewaya germ û nasnameya xwe ya pirçandî ya mezin tê nasîn. Li dora Çemê Brisbane (Brisbane River) yê pêçayî hatiye avakirin, bajar jiyana li derve bi mezinbûna bajêr ya modern re dike yek, cîhên çandî yên zindî, balkêşiyên li kêleka Çem û atmosfereke pêşwazîkar pêşkêş dike.
    Show More Show Less
    3 mins
  • Paytexta çanda afirîner û ezmûnên Australya
    May 13 2026
    Melbourne dilê çanda Australya ye - bajarekî afirîner, pirçand, werzîş û huner di ezmûneke bajarî ya zindî de tên cem hev. Ji kolanên îkonîk û çanda xwarinê ya cihêreng bigire heya enerjiya Federation Square û bûyerên navdar ên cîhanê, Melbourne ji nîşaneyên dîrokî bêtir pêşkêş dike; ew atmosfêr û civakê pêşkêş dike.
    Show More Show Less
    3 mins
  • Sydney cihê ku bedewiya Bendergehê bi enerjiya cîhanî re dicive
    May 6 2026
    Hûn bi xêr hatin podcasta Gerek di nav Australya de, di vê podcastê de em ê di nav paytexên wîlayet û herêmên Australya de bigerin, kesên li wir dijîn û li cihên îkonîk binêrin. Australya ji şeş wîlayet û du herêmên sereke pêk dihêt, her yek ji wan xwedî paytexta xwe û karektereke bêhempa ye. De werin em gerra xwe ji wîlayeta NSW ku paytexta wê Sydney ye dest pê bikin.
    Show More Show Less
    5 mins