• Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan
    Jun 18 2026
    Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê ku neteweyên cuda bi awayekî azad tê de dijîn.
    Show More Show Less
    9 mins
  • "Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e”
    Jun 17 2026
    Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.
    Show More Show Less
    8 mins
  • Çalakvanekî Kurd li Tirkiyê dîsa hat girtin û bû armanca dozgeran
    Jun 12 2026
    Çalakvanê Kurd Ferîd Azad, dîsa hate desteserkirin. Azad, berdevkê Tevgera Vejînê ye, ew hem leşkerîya Tirkiyê hem jî zimanê Tirkî red dike û doza xwe ya ji bo mafê Kurd û Kurdistanê bi çalakiyên pasîf bi rêya medya civakî belav dike. Hevjîna wî Evîn Azad, behsa rewşa hevjînê xwe dike û vedibêje ka çima Ferîd Azad gelek caran dibe armanca dozgeran û di mafê wî de doz vedibin.
    Show More Show Less
    11 mins
  • Pêşveçûnên Tirkîyê li Amêdiyê: Tirs ji wêrankirina jîngehê û nearamiyê heye
    Jun 11 2026
    Pêşveçûnên artêşa Tirkiyê li sînorê qezaya Amêdîyê berdewamin. Hemwlatîyên deverê hişyarîyê didin ku ev rewş heybeta serbazî ya nîştîmanî ya Îraqê lawaz dike û daxwazê dikin ku di bin sîbera gihîştinên aştîyê de, artêşa Tirkîyê û hêzên PKK ji navçeyên sivîl dûr bikevin da ku aramî vegere. Herweha, artêşa Tirkîyê proseya berfireh a talankirina jîngehê bi birîna daran berdewam dike, ev yeka jî karesateke jîngehî pêk tîne.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Ferhenga Rastnivîsîna Kurdî Kurmancî piştî 8 salan hate derxistin
    Jun 5 2026
    Weqfa Mezopotamya “Ferhenga Rastnivîsînê” ya taybet ji bo Kurdiya Kurmancî çap kiriye. Ev xebata ku cara yekem bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin, ji bo standardkirina zimanê Kurdî gaveke girîng û dîrokî tê nirxandin. Koordînatorê Weqfê, Mîkaîl Bulbul, got taybetmendiya vê ferhengê hem di xebata kolektîf û hem jî di berfirehiya naveroka wê de ye. Wî diyar kir ku Celadet Bedirxan berê alfabeya Kurdî ava kiribû û bingeha nivîsîna Kurdî danîbû, lê ji bo Kurdiya Kurmancî ferheng û rêberên rastnivîsînê kêm bûn.
    Show More Show Less
    10 mins
  • Hukûmeta Îraqê dest bi komkirina çekên ne qanûnî kiriye
    Jun 4 2026
    Piştî salên dirêj yên hebûna çekên derveyî qanûnê ku di nakokiyên navxweyî de hatine bikaranîn û bûne sedema kuştin, birîndarkirin, revandin û windakirina gelek welatiyên bêguneh, niha pêvajoyeke cidî ji bo radestkirina çekan bo dewletê dest pê kiriye. Ji alîyekî din ve, hejmareke ji siyasetmedar û kesayetên Êzîdî yadestnameyeke fermî şandine hukûmeta Îraqê û daxwaz kirine ku navên gund û bajarokên Kurdî û Êzîdî yên resen vegerînin bo tomarên fermî.
    Show More Show Less
    10 mins
  • Serokê opozîsyonê yê ji kar dûrxistî li Îzmîrê xwepêşandan lidar xist
    May 29 2026
    Operasyona polîsan a li baregeha CHP li Enqerê û derxistina serokê ji kar dûrxistî Özgür Özel, berteka tund a siyasî çêkir. DEM Partî roja Duşemê ev operasyon “şermeke ji bo demokrasiyê” bi nav kir û biryara dadgehê ya ku hefteya borî serokatiya CHP ji kar dûr xist rexne kir. Peyamnêra SBS Kurdî, Hatice Kamer, ji Amedê zêdetir agahdarî dide.
    Show More Show Less
    14 mins
  • Neh pêşmerge di êrîşa Îranê de birîndar bûn
    May 27 2026
    Komara Îslamî ya Îranê bi 2 dironan û moşekekê baregeha Çemşar a Spaya Millî ya Kurdistanê, ku dikeve bakur rojavayê Hewlêrê û nêzîkî kampa Dareşekranê, kir armanc. Di encamê de 9 pêşmerge birîndar bûn ku rewşa 4an ji wan giran e û ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyê. Zêdetir di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    Show More Show Less
    10 mins